Li Bakurê Kurdistanê erdhej

Piştî 84 salan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdheja herî wêranker pêk hat. Tevî roj di ser bûyerê re derbas bûn jî lê heta niha ji hinek deveran qet agahî nayên girtin. Bi mîlyonan kesî şeva xwe ji derve li ber sermayê derbas kirin. Li bakurê kudistanê jimara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 3 hezar û 432 û ya birîndaran jî 21 hezar derbas kir. Li Sûrî jî rewş nêzî ya li bakure. Rêxsitina Tendirûstiyê ya cîhanê ragihand ku ji ber erdhejê 23 mîlyon kes mexdur bûne.

Mereş bi xwere Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Sûriye di nava xemê de hişt.

Erdheja navenda wê ya li Bazarcixa Mereşê bi pileya 7,8 û 7,6 bû sedema welat giştî biheje.

Bi derbasbûna demê re, dimenên derdikevin asta wêraniyê nîşan dide.

Ev der bajayê Hatay e.

Tevî rewşa heyî xemsariya rejîma deshilat ya Tirkiyê civak bihêrs kiriye.

Alîkarê Serokomariya Tirkiyê Fuat Oktayn ragihand ku heta niha 3 hezar û 432 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Jimara birîndaran jî 21 hezar û 100 derbas kir.

Ji kesên jiyana xwe ji dest dayîn li Mereşê 530, Hatay 830, Osmaniye 293, Adiyeman 720, Amed 92, Riha 95, Edene 146, Meletî 166 û Elezîzê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bi milyonan kesî şeva xwe li ber sermê ji derve derbas kirin

Ji ber bandora zêde ya erdhejê bi milyonan kes şeva xwe ji derve li ber sermayê derbas kirin.

Li Sûriyê jimara kesên ji ber erdhejê mirin derket 1508’an

Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe.

Erdheja ku doh li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê rû da, bandoreke giran li Sûriyeyê û Lubnanê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê îro ragihand ku heta niha li bajarên Heleb, Hema, Lazîqiyê, Tartûs û gundewarên Idlibê 769 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 448 kes jî birîndar bûne.

Bîlançoya Wezareta Tenduristiyê, tenê herêmên hikumeta Şamê digire nava xwe.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ragihand ku ji ber erdhejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 57 kes jî birîndar bûne.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê de ye, 733 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 100 kes birîndar bûne.

Li Sûriyê jimara birîndarên erdhejê gihişt 3605’an

Bivê yekê re jimara kesên li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 508’an.

Her wiha 3 hezar û 605 kes jî birîndar bûne.

Di vê navberê de, Rêxsitina Tendirûstiyê ya cîhanê ragihand ku 23 mîlyon kes ji erdhejê bandor bûne.

Li Bakurê Kurdistanê erdje

Back to top button