Bi pêşengiya HDP’ê aliyên siyasî ji bo alîkariyê di nava tevgerê de ne û banga alîkaiyê dikin.
Partiyên siyasî û rêxistinên Kurdistanî ên li Bakur ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re xebatên xwe zêde kirine.
Partiyên siyasî û rêxistinên Kurdistanî wek şande serdana bajarên lê erdhêj çêbûne dikin.
Şandeyek Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê û Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê çûn navenda erdhejê navçeya Bazarcixa Mereşê
Şandeya DBP û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê ku di bin konan de ne kir û li gilî û gazinên welatiyan guhdar kir.
Piştî lêkolîn û serdanan, Şandeyê li qada ku bûye kavil daxuyanî da.
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz: Em ê li herêmên erdhejê bi gel re bin
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku li navçeyê avahiyek ku xesar nedîbe û hilneweşiya be tune ye û wiha got:
“Vaye em li vir dibînin, hema bêje li Bazarcixê hemû avahî hilweşiyan e û di wan de xesar çêbûye.
Hê jî însan di bin kavilan de ne. Li hin deverên navçeyê hê jî xebatek nehatiye destpêkirin.
Xelk dibêje, ‘dewlet li ku ye?’ Di nava van 36 saetan de xebatek hewcedarî nehatiye kirin.”
Saliha Aydenîz bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên AKP’ê ku dibêjin, “em li her derê ne” da û got:
“Herî zêde pesnê xwe bi çekirina rê û avahiyan didin. Lê binêrin li her deverê ewilî yên ku hilweşiyan ev bûn. ”
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ew ê piştevanî û lêkolînên xwe bidomînin û ew ê li herêmên erdhejê bi gel re bin.
Şandeyek HDP’ê li Amedê serdana malbatên li ber avahiyên hilweşandî sekinîne kir
Li Amedê jî Şandeyek HDP’ê serdana malbatên li ber avahiyên hilweşandî sekinîne kir
Şandeya HDP’ê derbarê rewşa dawî de agahî girtin û piştevaniya xwe bi malbat û welatiyan re parve kirin.
Şande li van avahiyên hilweşiyane yek bi yek geriyan û ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê xwest.
Hevseroka Giştî a HDP’ê Pervîn Buldan jî li Semsûrê serdana gel kir
Hevseroka Giştî a HDP’ê Pervîn Buldan û şandeya pê re jî li Semsûrê serdana gel kir û rewşa li wir şopand.
Pervîn Buldan welatiyên mexdûr guhdar kir û piştevaniya xwe ji bo wan nîşan da.



