Rêveberiya Xweser bi hevkariya Heyva Sor a Kurd li seranserê navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kon vedane. Her wiha ji bo ji bo veguhestina şênî û xwendekarên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Helebê mane,7 otobusên mezin û zêdetirî 20 servîs vê sibehê şandin Helebê.
Li herêmên bakurê û rojhilatê Sûriyê tedbîr tên girtin û hişyarî tên kirin.
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi rêya Şaredariya Gel a Qamişlo bi hevkariya bi Heyva Sor a Kurd weke tedbîr, li Staydyomên12`ê Adar û Heysem Kiço, kon vedan.
Kon ji aliyê xizmetguzarî û tenduristî ve tên amadekirin û tîmên tenduristiyê tevî destwerdanên lezgîn li seranserî deverê hatine belavkirin.
Heyva Sor a Kurd derbarê mijarê de li Staydyoma 12`ê Adarê ya Qamişloyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de ji bo mexdûrên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî bang hat kirin.
Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Şaredariya Gel a Til Temirê jî 2 konên din vedan da ku di rewşên awarte de ji aliyê gel ve weke stargeh, bên bikaranîn.
Li bajarê Kobanê jî Rêveberiya Xweser li Qada Şehîd Egîd, li Taxa Nû û li ser rêya Helincê kon vedane.
Tîmên bijîşkan serlêdana konan kirin ..
Ji bo welatiyan û kesên temen mezin pêwîstiyên tenduristî pêşkêş kirin .
Li gorî Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê, li gorî şert û mercan dibe ku hejmara konan zêdetir bibe.
Li Reqa û Tebqayê ji bo mexdûrên alîkarî
Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariya a Tebqayê û Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo veguhestina şênî û xwendekarên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Helebê mane, 7 otobusên mezin û zêdetirî 20 servîs vê sibehê şandin Helebê.
Li qad û parkên giştî jî bi dehan kon vedan.
Hezar malbat ji Helebê çûn Şehbayê
Nêzî hezar malbatên ji koçberên Efrînê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi cih bûne û şêniyên bajarê Helebê, gihaştin gund û kampên kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawayê.
Rêveberiya Xweser a Efrînê ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrîn û Şehbayê bang li rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe bînin cih, rêyan vekin, ambargoya li ser herêmê red bikin û alîkariyê bidin mexdûrên ku berê xwe dane kantona Şehbayê.
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkarî li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin
Meclisa Tenduristî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên dorpêçkirî li gorî derfetên xwe alîkari li mexdûrên erdhejê belav kir.