Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xebatên alîkariyê yên ji bo mexdûrên erdhejê berdewam dikin. Gelê Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya şaredariyê de alîkariya mirovî kom kirin û li Wanê jî kampanyaya alîkariyê dest pê kir. Partiyên siyasî yên li Wanê, ji bo alîkarî û piştevaniya xelkê li herêmên erdhejê, bang kirin.

Xebatên alîkariyê yên ji bo herêmên erdhejê li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê didomin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji bo mexdûrên erdhejê duh kampanya Tevgera Hêviyê da destpêkirin

Heya niha di çarçoveya kampanyayê de 17 hezar û 765 pakêtên xwarinê, 974 pakêtên zexîre, hezar û 374 pakêtên paqijiyê, 8 hezar û 985 betanî û hezar û 841 tulumên xewê hatin komkirin.

Amûrên alîkariyê li Fûara Îzmîrê û li Kulturparkê tên komkirin

11 TIR, 2 balafir û keştiyek alîkariya mirovî ber bi Edene, Amed û Mereşê ve hatin şandin.

Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tûnç Soyer got: “Em ji Îzmîrê alîkariyê ber bi herêma erdhejê ve dişînin. Emeliyatxaneya me ya mobîl jî dest bi kar dike.”

Li Wanê jî Platforma Ked û Demokrasiyê, kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de amûr li avahiyên HDP’a bajêr û ya navçeyan û avahiyên KESK û Baroya Wanê tên komkirin.

Rêveberê HDP’î Mesût Bor ku di koordînasyona kampanyaya alîkariyê de ye got ku heya niha zexîre, betanî û kincên zivistanê hatine berhevkirin.

Rêveberê Komeleya Şopandina Koçberiyê ya Serhedê Ahmet Guler jî got; “Belkî ev kampanyaya me nikaribe birînên her kesî bipêçe, lê çi ji destê me bê em ê bikin.”

Ji Meclîsa Xwendekarên Demokratîk Îsmaîl Hakki Tûncer jî da zanîn ji bo piştgiriyê çi ji destê wan bê dê bikin, ji lew re ev êş êşa wan a hevpar e.

Partiyên siyasî li wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin

Partiyên siyasî yên Wanê jî têkildarî alîkarî û piştevaniya xelkê mexdûr ên li herêmên erdhejê li avahiya HDP’a Wanê civîna çapemeniyê li dar xist.

Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo piştevanî û alîkariyê divê çi ji destê kê tê wê bikin.

Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin

Serokatiya Baroya AMED’ê li ser medyaya civakî ji bo alîkariya bi mexdurên erdhejê re hesabeke banqeyê parve kir.

Serokatiya Baroyê diyar kir ku bi rêya hesabê niha li ser ekranê, welatî dikarin alîkariyê bikin.

Back to top button