Norman Paech: Divê tavilê tecrîda li Îmraliyê bi rakirin

Derbarê îdiyên li ser jiyana Rêber Ocalan, Pisporê siyaset û hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech destnîşan kir ku ewlekariya jiyanê ya Rêber Ocalan mijareke jiyanî ye û got, “Tiştek bê serê Abdullah Ocalan wê li herêmê bibe sedema felaketê. Divê tavilê tecrîd bê bi dawî kirin.”

Piştî îdiayên derbarê jiyana Rêber Abdullah Ocalan de nerazîbûn her diçin zêde dibin.

Ji pisporên siyaset û hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ji bo agahî ji Rêber Ocalan bê girtin, divê tavilê heyetek biçe Îmraliyê.

Prof. Norman Paech bi bîr xist ku Tirkiye guh nade biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û wiha axivî:

“Abdullah Ocalan ne tenê li Kurdistanê û Tirkiyê, her wiha li tevahiya herêmê kesayetekî bingehîn û diyarker e. Bi fikir û pêşniyarên xwe şer û gelek krîzan dikare çareser bike. Saleke agahî ji kesayetekî bi vî rengî nayê wergirtin ku ev yek ji bo her kesî rewşeke nebaş e. Tenduristî û ewlekariya jiyana wî nabe ku bibe mijara nîqaşê, ji ber ku tiştek bê serê wî bê, wê herêm bikeve nava felaketê. Lewma divê tecrîda li ser wî tavilê bê rakirin, divê fikrên wî bigihêje raya giştî.”

Prof. Norman Paech têkildarî rola Ocalan a li dijî aloziyên li herêmê wiha axivî:

“Girtina mirovekî wiha hêja bi 22 salan li girtîgehê, bi tena serê xwe sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Her wiha qutkirina pêwendiya wî bi cîhanê re, hiştina di binê tecrîdeke giran de, vî sûcî girantir dike.”

Prof. Norman Paech derbarê zext û êrîşên li ser HDP’ê jî diyar kir êrişên li ser HDP’ê bêçaretî û tengaviya Erdogan nîşan dide.

Prof. Paech bêdengiya Ewropayê ya li dijî kiryarên Erdogan rexne kir û got,

“Pîvanên azadî, demokrasî û mafên mirovan ên bi keda sedan salî li parzemîna Ewropayê hatin afirandin, bi bêdengiya li pêşberî dewleta Tirk tê binpêkirin.”

Back to top button