Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kes bi Coronayê mirine û 86 kesên din pê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane, 2 ji Qamişloyê û yek ji Hesekê ne.
Mistefa eşkere kir ku kesên bi coronayê ketine 45 zilam û 41 jinin.
Mistefa her wiha diyar kir ku 5 nexweş jî baş bûne.
Bi van daneyan, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 hezar û 383 kes bi Coronayê ketine, ji wan 364 kesan jiyana xwe ji dest daye û 1280 kes baş bûne.