Artêşa Tirk a dagirker gundên kantona Minbic, herêma Şehba, navçeya Şera, Til Rifatê û Babê topbaran kirin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên bakur û rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, gundê Yalinî, Seyade û Dendeniyê bi çekên giran hatin topbaran kirin.
Dewleta Tirk gundên Babê topbaran kirin
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Ceblet Hemra û Til Turîn yên bajarê Babê kirin.
çeteyên dagirker, ji barageha xwe ya Zerzûr êriş pêk anîn.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên Mertala Firatê ji baregeha Şiwêhe gundê Kawkilî yê rojhilatê Babê jî topbaran kirin.
Di topbarana li dijî Şehba û Şera de leşkerekî Şamê hat kuştin
Dagirkeran balafirgeha Miniqê ya herêma Şehba û gundên Elqemiyê û Merenazê yên Şera jî topbaran kirin.
Di encama topbarana li dijî gundê Merenazê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û yek jî birîndar bû.