YPJ: JINÊN ŞENGALÊ BO RÊXISTINKIRINÊ, KOMKUJÎ TÊK BIR

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Ferman’a 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr anî û got:
Neviyên Kawayê hesînkar, şopdarên Derwêş û Edûlan û Hevrêyên Binefş, sonda tolhildana jinên Êzdî da û soz da ku pêşî li komkujiyên mezin were girtin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Ferman’a 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr anî:

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Di qirkirina civaka Êzdî de rola dewleta tirk heye.

Hêzên desthilatdar, yên kujer di dîrokê de li dijî civaka me ya Êzîdî bi dehan komkûjî pêk anîne.

Sedema van komkujiyan tinekirina ol, bawerî, çand û xaka pîroz a Şengalê bû.

Di serî de dewleta Tirk ya ku di 61 fermanên li ser Şengalê de cih girtiye, ristek sereke di komkujiyan de leyîstiye.

Her wiha hêzên nûker û xwefiroş di encama nakokiyên mezhebî, olperestî û netewperestî civaka Êzîdxanê kirine armanca êrîşên xwe yên qirêj.

YPJ’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola PDK’ê ya têkbirina aramiya li Şengalê û wiha anî ziman:

Di roja me ya îro de, bi heman hişmendiyê û bi hevkariya PDK’ê êrîşî li dijî destkeftiyên Şengalê pê tên.

Gefxwarinên bê çandî yên li pêşenga tevgera azadiya jina Kurd hatî kirin, bi destê xwediyê heman hişmendiya ku di sala 2014’an de li ser keç û jinên me yê Êzîdî hatî kirine.

Gefên rojane li ser destkeftiyên şoreşa Rojava, Bakûr-Rojhilatî Sûrî û xaka başûrê kurdistanê tê kirin, heman hişmendî ye.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

Yekîneyên Parastina jinê YPJ’ê, parastina jinên Şengalê, gelê wê û hemû jinan ji bo xwe erkekî dîrokî dibînin.

Li hemberî dijminekî weke DAÎŞ’ê ji bilî şerkirinê tu rêyeke din ne pêkan bû.

Bi vê hişmendiya parastinê, hem di vekirina korîdora ji Şengal heta Rojava û hem jî bi pêşxistina gelek pêngavên li ser bingeha tolhildana Jinên Şengalê, hêzên me bi fedekariyên mezin bedel dan.

Em soz didin wê tekoşîna me ya azadiyê bidome.

Leave a Reply

Back to top button