132 sal derbas dibin.. Lê ne karker û ne jî mafê wan têye parastin

Bi têkoşîneke bêhempa ya kedkaran 1’ê Gulan weke roja karkeran hat pejrandin.
Piştî 132 salan ji erêkirina vê rojê, hîna li gelek dewletan jin jî di nav de, ne karker û ne jî mafê wan têye parastin.
Mînaka herî şênber jî Tirkiyê ye.

li dijî bê heqî u kedxwariyê 1’ê Gulana 1886’an li Amerîkayê zêdetirî 340 hezar karkeran dest ji kar berdan û grev ragihandin.

Piştî çend rojan polîsan 4’ê Gulanê êrişî karkeran kirin û gelek jê jiyana xwe ji destdan.

Bi vî awayî dengê mafxwaziyê hate birîn

1889’an Kongreya Karkeran a Navneteweyî hat lidarxistin.

Di kongreya ku 400 delege tê de beşdar bûyîn de biryara dema kar a 8 saetî di rêza yekem de cih girt.

Kongreyê jî daxwaza nûnerê karkerên Bordeauxê Lavîgne erê kir û 1’ê Gulana 1890’î wek roja karberdan û pîrozkirina roja kedkaran a cîhanê hat pejrandin.

Li Tirkiyê dîroka pergala taşeronê ji avakirina komarê de dest pê dike..

1926’an ji bo berpirsiyariya mutahîtan Qanûna Deyn hat sazkirin, ev tişt jî nîşaneya pergala taşeronê bû.

Niha li gorî qanûna kar a 2003’an wekî bi navê “karkerên binî” hat binavkirin.

Taşeronî, wekî îstîhdamê tê dîtin û ne tenê qadên taybet, di qadên cemaweriyê de jî hat pêş xistin.

Bi rêbaza taşeronê mafê karkeran tê binpêkirin û rêxistinbûna wan a sendîkabûnê ji holê tê rakirin.

Bi taşeronê re, karker bê sendîka, bê sîgorte û ji mûçeyên asgarî kêmtir tên xebitandin.

Bi wê armancê daxwaz dikin ku maliyeta kedê daxin asta herî jêr.

Bêtir karkerên jin di qada taşeronê de cih digirin û ev tişt jî dibe pirgirêka herî girîng ji bo jinê.

Jina ku bê ewlehî, bê sendîka û bêyî mafên xwe yên civakî tê xebitandin ji qada kar tê dûrxistin.

Li Îranê jî rewş heman e..

1944’an sê yekîtiyên karkeran bi hevre Encûmena Yekgirtina Karkeran damezrandin.

Vê encûmenê karî bi têkoşîna xwe 1’ê Gulan wekî roja bêhndanê ragihîne.

Lê tevî vê, jinên li Îranê heta niha jî ji mafê karkirinê bêpar in.

Li gel ku 132 sal bi pejrandina roja karkeran re derbas dibe, lê hîna li dewletên dîktetor heta niha ne karker û ne jî mafê wan têye parastin.

Back to top button