Li navçeya Cindirêsê Efrînê xwişk û birayek hatin revandin-HAT NÛKIRIN

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku revandina welatiyan ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê de dewam dike û da zanîn tenê îro 4 jin hatin revandin. Îbrahîm Şêxo bang li welatiyan kir ku guh nedin propagandayên derew û got, ”Efrîn ne ewle ye, bila kes neyê xapandin.”

Dewleta Tirk a dagirker xwişk û birayek ji gundên Çelemê yê navçeya Cindirês a Efrîna dagirkerî revandin.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan bêyî miqdarê diyar bike, destnîşan kir ku beranberî berdana wan çete pereyan ji malbatê dixwazin.

Di heman demê de çeteyên bi navê Polîsên leşkerî 3 şêniyên ji gundê Memilo yê navçeya Mabata revandin.

Ibrahîm Şêxo: Efrîn ne ewle ye, bila kes neyên xapandin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo li ser binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê ji televizyona mere axivî.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Efrîn ne ewle ye, dewleta Tirk dixwaze bi rêya ENKS’ê şêniyên Efrînê bixapîne da ku vegerin Efrînê.

Îbrahîm Şêxo ragihand ku piraniya xelkên ku vegeriyan Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin revandin.

Îbrahîm Şêxo her wiha diyar kir ku îro li Efrînê 2 jinên din ku ji Lubnan çûn Efrîn ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Pêngava ”Na ji vegera Efrînê re, heya ku dijmin li axa me be” dest pê kir

Li aliyekî din jî çlakvanên Kurd û Sûrî, pênagav “Na ji vegera Efrînê re, heya ku dijmin li axa me be” da destpêkirin.

Pêngav bi awayekî berfireh li ser malperên medya dijîtal belav bû.

13’ê Tebaxê ENKS’ê di civînekê de îda kir ku Efrîn armane û banga vegerê li xelkê wê kir.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Efrînê jî li ser vegera koçberan hişyarî da û gotibû:

“Li pey hemleyên reşkirinê ku ji aliyê ENKS’ê û endamên girêdayî îstixbarata dewleta Tirk ve têne kirin, neçin.”

Back to top button