Li Başûrê Kurdistanê kirîza nedana mûçeyên mamosteyan berdewam e

Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe nedana mûçeyên mamosteyan mezintir dibe.
Mamoste dibêjin ku tekane çavkaniya debara jiyana wan mûçeyên wan in.
Ew jî hikûmet nade.
Rewşa me ya aborî gihaştiya asta herî xerab.

Li başûrê Kurdistanê nedana mûçeyan yek ji pirsgirêkên herî sereke li vê dawiyê li pêş e.

Ev 4 meh in mamoste û karmendên nerazî ji bo daxwaza mafên xwe li kolanan di nava xwepêşandan û boykotê de ne.

Lê hikûmet başûrê Kurdistanê bê xem e û heta niha çareseriyek ji bo derbaskirina qeyranan nedîtiye.

Mamostayên Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivîn.

Mamosteyên koyê ya Hewlêrê boykota xwe dewam dikin

Mamoste Pişko Ehmed got ku tekane çavkaniya debara jiyana wan ev qasiya pereye ku 5-6 mehan carekê wek mûçe tê dayîn ji ber vê yekê me dest bi boykotê kiriye.

Mamoste Kenar Ebdulezîz jî di derbarê heman mijarê de destnîşan kir ku mixabin ji ber ku çend meh in mamosta muçeyê xwe negirtine, her ku diçe rewşa wan xirabtir dibe.

Mamoste Reşîd Siware destnîşan kir ku ne tenê berîkên mamosteyan, berîkên hemû beşên civakê vala ne, tenê berpirs û kesên pile bilind bi awayekî xweş jiyan dikin.

Boykot û çalakiyên mamostayên Başûrê Kurdistanê dewam dikin

Back to top button