Li bajarê Severodonetsk “Şerê bajar” dest pê kir

Êdî ya xuya dike, welatên Rojava wê şerê li Ukrayna yê li dijî Rûsya dirêj bikin.
Leşkerên Rûsya êdî derbasî bajarê Severodonetsk bûne.
“Şerê bajar” despê kiriye.
Rêveberiya Kîevê îdia dike ku Rûsya genimê wan didize û difiroşe Tirkiyê.
Welatên Afrîka jî dibêjin, şerê li Ukrayna herî zêde bandorê li wan dikin.

101 roje, hêza herî mezin a leşkerî ya duyemîn di nava şerekî raste rast de ye.

Rûsya ji 24’ê Sibatê ve bi hemû hêza xwe êrişî Ukrayna dike.

Moskow ya li ser xaka Ukrayna li armancên xwe digre, gav bi gav nêzî wê dibe.

Piştî bajarê Mariupol, bi hezaran leşkerên Rûsya û aligirên wê, berê xwe dane bajarê Severodonetsk.

Bajarê ku di nava hefteya dawiyê de, bûye armanca Rûsya şerekî dijwar lê rûdide.

Serfermandariya giştî ya Ukrayna têkildarî şer û rewşa li herêma Donbasê nirxandin kir.

Hat destnîşankirin ku şer giraniya xwe li bajarê pîşesazî Severodonetsk ê li rojhilatê welêt rûdide.

Artêşa Ukrayna gotin “şerê bajêr” bi dijmin re dest pê kir û bi desteka topan operasyon dewam kir.

Hêzên Rûs hewl didin herêma li aliyê çepê yê çemê Siverskiy Donets ê bajar bixin bin kontrola xwe.

Li herêma Xarkovê, hêzên Rûsya hewil didin herêmên kontrolkirin di destê xwe de bihêle.

Li Xersonê jî şerekî dijwar navbera aliyan de rû dide.

Ukrayna: Rûsya genimê me yê dizî, difiroşe Tirkiyê

Di dema ku şer wiha dijwar dewam dike de, Ukrayna îdia kir ku Rûsya dexlê wan didize û difiroşe Tirkiyê.

Balyozê Ukraynayê li Enqerê Vasil Bodnar, Rûsya tawanbar kir ku genimê wan dizîne û difiroşe welatên din.

Di nava van welatan de Tirkiye jî heye.

Afrîka: Berdêla şer welatên Afrîka didin

Serokê Yekîtiya Afrîkayê Macky Sell di hevdîtina xwe ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re diyar kir ku “Welatên Afrîkayê mexdûrên bêguneh ên şerê li Ukraynayê ne” û ji Kremlînê alîkarî xwest.

Piştî hevdîtinên li Soçiyê, Sall hûrgilî neda û diyar kir ku Putin soza hêsankirina îthalata dexl û gubreyê daye wan.

Back to top button