31 partiyên siyasî êrişên bi armanca qirikirina gelê herêmê şermezar kir

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, çalakî û nerazîbûnên gelên herêmê didomin.
Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên jinan, rûspiyên êlên Kurd û Ereb li dijî êrişan daxuyanî dan û helwesta xwe nîşan dan.
Di daxuyaniyan de bang li civaka navnetewî hate kirin li dijî êrişan bi berpirsyariyên xwe rabin.
Her wiha li dijî êrişan peyama berxwedan û bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê dewam dikin.

Gelê herêmê jî li dijî van di nava çalakiyan de ne û helwesta xwe nîşan didin.

31 partiyên siyasî ên Bakur û Rojhialtê Sûriyê û rêxistinên jinan têkildarî gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de li ser navê partiyan daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê bal hate kişandin li ser metirsiya projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk û bang li hemû hêzên Sûrî, saziyên navneteweyî, rêxisitnên hiqûqî hate kirin ku planên dagirkeriyê ya dewleta Tirk rawestînin.

Partiyan tekez kir ew ê li dijî êriş û projeyên dagirkeriyê bibin yek û herêmên xwe biparêzin.

Rêxistinên jinan li Girkê Legê dijî êrişan daxuyanî dan

Rêxistinên jinan jî li Girkê Legê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kir ew ê li dijî êrişên dagirkeriyê di hemû waran de li ber xwe bidin û rêxisitina xwe xurt bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê sûcên dagirkeriya Tirk dijî zarokan şermezar kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê jî bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokên Qurbaniyên Şer bi daxuayniyekê sûc û êrişên dagirkeriya Tirk dijî zarokan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirkweke sûcên şer hatin binavkirin.

Her wiha bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî van sûcan hate şermezarkirin.

Meclisa Rûspiyên Eşîrên Herêma Rojhilat êrişên li ser herêmê şermezar kir

Meclisa Rûspiyên Eşîrên Herêma Rojhilat jî bi daxuyaiyekê êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin Erdogan ji aloziyên navnetewî derfet digire û dixwaze projeya xwe ya mêtîngeriyê pêk bîne da ku tevlihevîyê di nava pêkhateyên herêmê de belav bike.

Di dawiyê de bang li civaka navnetewî hate kirin li dijî êrişan bi berpirsyariyên xwe rabe.

Rûspiyên herêma Efrînê gef û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Rûspiyên Herêma Efrînê jî li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.

Daxuyanî li navçeya Fafînê bi amadebûna rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên herêma Efrînê hate dayîn.

Rûspiyan diyar kir ew li dijî projeya guhertina demografiya herêmê ne û bang li welatên garantor kir li dijî sûcên dagirkeriya Tirk ên li herêmê bi berpirsyariyên xwe rabe.

Jinên Reqayê li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk daketin qadan

Jinên Reqayê jî li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk daketin kolanan.

Jinên ji hemû saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî ber bi navenda bajêr meşiyan.

Li ser navê Meclisa Idliba Kesk û Partiya Sûriya Pêşerojê daxyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk hate kirin û hate gotin armanc jê guhertina demografiya herêmê ye.

Jinan di dawiyê de bang li tevahiya jinên Sûrî kir ji bo parastina nirêxên xwe bibin yek û li dijî êrişan berxwedana xwe dewam bikin.

Back to top button