Di êrişa li dijî Um El-Kêf de 6 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên xwe îro gundên Til Temirê topbaran kir û di encamê de 6 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.
Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî ragihand ku Tirkiyê li gundê Um El-Kêf, çekên qedexekirî bi kar anî. Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî eşkere kir ku ji duh ve dewleta Tirk zêdeyî 25 top avêtine gundên Minbicê.

Serokê AKP’ê Erdogan ev demeke gefa pêkanîna dagirkeriyeke nû li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe.

Ji ber wê jî niha hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bê ser û ber êrîşî herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê dikin.

Ji Efrîn heta bi Zirgan û Til Temirê, dengê topan kêm nabe.

Artêşa dewleta Tirk îro gundê Til Cuma, Dirdara û Um El-Kêf yên Til Temirê topbaran kir.

Di êrişa li dijî gundê Um El-Kêf de 6 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn, navên wan jî wiha ne:

Mihemed Omer El-Omer, Usama Mehmûd Cermanî, Zûlfeqar El-Seyd, Mihemed Berzan,

Elî Emûrî Kenan û Zahir Kezexistiyê.

Birîndar rakirine Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeya Til Temirê.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Artêşa Tirk bombeyên qedexekirî bikar anî

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ehmed Keleş ji ajansa Hawarê re axivî û got:

”Artêşa Tirk li gundê Um El-Kêf bombeya Mîsket ya qedexekirî bi kar aniye.

Dewleta Tirk êrişî gundê Bênê yê Şêrewayê kir

Her wiha roj derbas nabe ku dewleta Tirk êrîşî gundên navçeyên Efrîna dagirkirî nekin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir.

Li gorî agahiyan zêdeyî 60 obîs li gund û zeviyên çandiniyê yên gundiyan ketine.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 25 top li gundên Minbicê ketin

Navenda raghandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî eşkere kir ku gundên li rojavayê Minbicê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi dehan topan hatin hedefgirtin.

Navendê diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh seat di 11:00’an de gundê El-Mihsinlî yê bakurê Minbicê bi çekên giran û navîn kir armanc û xeteri li ser jiyna sivîlan çêkir.

Navendê da zanîn ku Gundê El-Hemra bi çekên giran û navîn hat topbarankirin, her wiha gundên El-Hoşeriyê û El-Cat ên bakur rojhilatê Minbicê ji baregehên li gundên Qîratê û El-Toxar ve hatin topbarankirin.

Navendê da zanîn ku wekî encamên destpêkê, 25 top li herêmê ketine û di encamê de, gelek ziyan gihaştine mal û zeviyên çandiniyê yên şêniyan.

Back to top button