Li Reqayê Tevgerên ciwanan komploya navneteweyî bi meşekê şermezar kirin û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Her wiha şêniyên Kobanê jî Komplo şermezar kirin û gotin: “Rêber Apo ji bo tevahî gelên bindest di nav çar dîwaran de têdikoşe.
Em ê bi hev re bi şerê gelê şoreşgerî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”
Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî tên lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de duh li Reqayê Tevgerên ciwanan ji bo şermezarkirina komployê meşek lidarxistin.
Tevgera ciwanên şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Meclisa Rêveber a kantona Reqayê beşdarî meşê bûn.
Meş ji pêşiya yarîgeha Beledî dest pê kir û li çerxerêya Neîm bi dawî bû.
“Em ji dewletên desthilatdar re dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin”
Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Îsmaîl El Hiwêce axivî û got:
“Em komploya navneteweyî ku dewletên desthilatdar û kapîtalîst li dijî Rêber Apo pêk anîne, şermezar dikin.
Em ji cîhanê re dibêjin ku em ê fikrên Rêber Apo bişopînin.
Her wiha ji dewletên desthilatdar re jî dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin.”
Şêniyên Kobanê: Em ê bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî azadiya Rêber Apo misoger bikin
Her wiha şêniyên Kobanê jî Komplo şermezar kirin û banga pêkanîna azadiya Rêber Apo kirin.
Osman Îsmaîl diyar kir ku armanca dewletên hegemon parçekirina gelê Kurd e û wiha pê de çû:
“Peymana Lozanê, ya Sykes-Picotê nûjen dikin.
Lê berovajî vê Rêber Apo bi raman, felsefe û rastiya xwe komplo têk bir.
Rêber Apo ji bo tevahî gelên bindest di nav çar dîwaran de têdikoşe.
Em ê bi hevre sîstama Îmraliyê bi şerê gelê şoreşgerî hilweşînin.”
Mistefa Ehmed Îsmaîl jî anî ziman ku Rêber Apo gelê Kurd hişyar kir û rakir ser pêyan da ku azad bijîn.
Dîndar Ebdî jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga berxwedanê kir.
Li herêmê çalakiyên şermezarkirina Komploya Navnetweyî zêde dibin