Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê 207 roj li pey xwe hişt

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 207’an de bi koma 41’emîn didome.

Çalakiy nobetê li Saziya Ciwanan bi amadebûna xelkê wargehê destpê kir.

Li ser navê koma 40’emîn Mamosta Emer Kara axivî.

Mamosta Emer Kara di axaftina xwe de diyar kir ku ev 25 salin Rêber Ocalan di nava tecrîdek girankirî de tê ragirtin û wiha got:

“Ev sê salin tecrîdek di nava tecrîdê de li ser Rêbertî tê meşandin.

Bi tu şêweyî nahêlin ne malbat û ne jî parêzerên wî serdana Îmraliyê bikin.

Ev mafê rewa yê her girtiyekê lê ev maf ji bo Rêbetiya me nayê dayîn.

Em çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye despêkirin slav dikin.

Divê her Kurdek li kûderê dibe bila bibe divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî erkê ku dikeve li ser milê wî pêk bîne.”

Li Mexmûrê çalakiya nobetê di roja 202’an de ye

Back to top button