HPG: Li Heftenîn û Xakurkê 5 leşker hatin kuştin

Li dijî dagirkeriyê berxwedana gerîla li çiyayên Azad geş bûye. Ji Heftenîn heta Xakurkê gerîlayan çalakiyên xwe berfireh kirine.

HPG’ê ragihand ku encama çalakiyên li van herêman de, 5 leşkerên dagirker hatine kuştin. Her wiha gerîlayan li navçeya Xîzan a Bedlîsê jî stasyonek a bazê rûxandin.

Dewleta tirk ku bi xewna dagirkirina xaka başûrê kurdistanê ketiye ser rê, li berxwedana gerîlayan qelibiye.

Ji 17’ê Hezîranê ve, gerîlayan li herêma Heftenînê rupelek nû ya berxwedana dîrokî vekirine û rojane destanên nû dinivîsin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên li ser çalakiyên gerîla yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenîn a li dijî hêzên dagirker parve kir.

Li gorî daxuyaniyê;

25’ê Hezîranê gerîlayan di saetên nîvro de li devera Girê Dupişkê rêze çalakiyên sekvaniyê li dijî dagirkeran lidar xistin.

Di çalakiyan de 3 leşker hatine kuştin.

Heman rojê saet 15:30’î gerîlayan, leşkerên ji devera Şehîd Şêxmûs û Şehîd Merwan ber bi deverên Şehîd Cûdî û Şehîd Dersim ve ketibûn tevgerê kirin hedef.

Hêzên dagirker piştî çalakiyê dever bi dijwarî bombebaran kirin.

Di vê bombebaranê de gerîla Nûrcan a bi lehengî li dijî dijmin şer kir şehîd bû.

Dîsa gerîlayan li heman deverê li dijî yekîneyên dijmin ên xwestin bi pêş ve biçin çalakiyek ya sekvaniyê kirin û leşkerek hat kuştin.

Di saetên şevê de artêşa Tirk devera Şeşdara û gundê Minine bi balafiran bombe kirin.

25’ê Hezîranê li devera Şeşdara di şerê qewimî de gerîla Zerya a heta guleya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de,

25’ê Hezîranê gerîlayan li Girê Lêlîkan a herêma Xakurkê li artêşa tirk a dagirker dan.

Di çalakiya sekvaniyê de, leşkereke hat kuştin.

Saet 06:30’î hêzên stasyona bazê ya li gundê Bercûm a Bedlîsê bûn hedefa gerîla û stasyon hat teqandin.

HPG’ê li ser şerê 8’ê Hezîranê li devera Deşta Silopya ya herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê de rûdayî jî agahî da.

HPG’ê dazanîn ku gerîlayek şehîd bû û kesekî bi navê Roj xwe radestî dijmin kiriye.

Back to top button