PJAK: Di êrîşa ser seyrangeha Kunemasî de hevalekî me şehîd bû

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) eşkere kir ku di êrîşa duh ya ser Seyrangeha Kunemasî ya Silêmaniyê de, hevalekî wan şehîd bû û sê jî birîndar bûn.

Meclisa PJAK derbarê bombebarana ku duh li Seyrangeha Kunemasî ya Silêmaniyê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk pêk hatibû, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Duh li Seyrangeha Kunemasî endamên PJAK’ê dema ku ji ser erka xwe vedigeriyan, bûne hedefa balafirên şer û sixûriyê yên dewleta Tirk.

Di encama vê êrîşê de hinek welatiyên Başûrê Kurdistanê ku ji bo seyranê hatibûn wir jî, bûn hedef.

Di encama vê êrîşê de endamek PJAK’ê şehîd bû û sê jî birîndar bûn.

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê êrîşa dagirkeriya Tirk şermezar kir û ji birîndaran re şîfa xwest.

Back to top button