Rêveberiya kampa Girê Spî banga peydakirina konan kir

Pirsgirêka tunebûna konan li kampa Girê Spî dewam dike û rêxistinên mirovî jî li hember vê yekê bêdeng in. Rêveberiya kampê ji ber tunebûna konan ji 170 malbatî tenê 57 malbat pêşwazî kirin.

Endamê Rêveberiya Kampê Elî El-Qibîn diyar kir ku ev 57 malbat di konên malbatên kevin de dijîn.

Rêveberiya kampa Girê Spî ev 15 roj in zehmetiyên kêmbûna konan, dikişînin.

Rêveberiya kampê ji ber tunebûna konan pêşwazîkirina koçberan rawestandibû.

Lê ji ber bilindbûna kirêya malan, rêveberiya kampê derdora 57 malbatî pêşwazî kir.

Koçberê bi navê Elî Hesen ê ku di nava malbatên nû rêveberiya kampê pêşwaziya wan kiriye, got,

“Tevî kon tune bûn jî lê rêveberiya kampê pêşwaziya me kir.”

Elî diyar kir ku ew bi 4 malbatên din re dijî û di konekî de hejamra wan derdora 25 kesan e.

Koçbera bi navê Zehra Mihemed jî diyar kir ku ew li Reqayê di malekê de bûn, lê ji ber kiriya malê bilind bû, wan berê xwe da kampê.

Zehra Mihemed anî ziman ku ew niha di konekî li gel malbateke din dijîn û got,

Tevî ku cih teng e jî, lê dîsa em neçar in fêr bibin.

Endamê Rêveberiya Kampê Elî El-Qibîn diyar ku ji ber tunebûna konan wan ji 170 malbatî tenê 57 malbat pêşwazî kirin.

Elî El-Qibîn diyar kir ku rêxistinên mirovî yên li herêmê kar dikin bangên wan bi cih naynin û konan peyda nekin.

Kampa koçberan a Girê Spî 22’yê Cotmeha derbasbûyî hate vekirin û tê de 3 hezar û 684 koçber hene û li ser 691 konî hatine belavkirin.

Back to top button