Şandeya Qirgizisatnê serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeyek ji Komara Qirxizîstanê bi serokatiya nûnerê Wezareta Derve ya Kirgizistanê Bakit Kadirov, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Şandeyê 72 zarok û 27 jin ên malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji Rêveberiya Xweser re wergirtin.

Şande ji aliyê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pêşwazîkirin.

Di civînê de,Rubel Bahho axivî û balkişand li ser êrişên dagirkeriya Tirk li ser hêrêmê ku ev êriş têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê qels dike û rê li ber zindîkirina wan vedike.

Rûbel dazanîn ku dewleta Tirk binsaziyên herêmê dike hedef û wêran dike da ku gel bide koçber kirin,ev yek jî li ber bêdengiya Civaka Navdewletî pêk tên.

Nûnerê Wezareta Derve ya Qirxizîstanê Bakit Kadirov jî diyar kir ku komara Qirxizîstanê têkoşîna Rêveberiya Xweser û hêzên QSD’ê ên li dijî DAIŞ’ê baş dizane.

Her wiha Kadirov Rêveberiya Xweser û QSD’ê li ser vegerandina malbatên DAIŞ’ê yên biyanî li welatên wan, spas kir.

Şandeyê li gorî belgeyek fermî, 72 zarok û 27 jin ji malbatên çeteyên DAIŞ’î yên Qirxizîstanî wergirt.

Back to top button