Desteya Jîngehê ya Rêvegberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo amadekariya avakirina Meclisa Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist.
Di civînê de hevserokatiyên desteyên jîngehê yên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.
Di civînê de rêbaz û mekanîzmaya avakirina Meclisa Jîngehê hatin nîqaşkirin.
Her wiha 5 endam ji bo amadekirina reşnivîsa qanûna xebata Meclisa Jîngehê, erk û sazûmaniya wê hatin erkdarkirin.
Divê reşnivîs di navbera mehekê de were amadekirin, pêşkêşî Meclisa Gelan a Demokratîk were kirin da ku piştre li ser erê bikin.
Doh jî Meclisa Gelan a Demokratîk, meclisê qanûna dadgeha Hevpeymana Civakî ya ku ji 6 beşan pêk tê erê kiribû.