Di nava 5 salan rewşa jinan li Efrîna dagirkirî

Hemû hêzên serdest li ser vîna jinan çembereke asteng dane çêkirin û herî zêde jinên ku di herêmên dagirkirî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn rastî vê yekê tên. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk astengiyan ji jinan re derdixin û wan mecbûrî koletiyê dikin. Bi sedan jin di hundirê zindanên dagirkeriyê de îşkence dibînin û li derveyî zindanê jî destdirêjî li jinan tê kirin.

Kuştin, revandin, destdirêjî, zewaca bi darê zorê û hemû cureyên êşkencê.

Û gelek kirinên hovane li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li dijî jinan tên bi kar anîn.

Hemû mafê jiyan û azadiyê ji destê wê hatiye derxistin.

Jiyana jinan li wan herêman di nava xeteriyê de ye.

Tevî bang, belge û dimenan jî hêzên navnetewî pêşî li sucên dewleta Tirk a dagirker nagrin.

Ji 18’ê Adara 2018’an ve, Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, veguheriye navenda sûcên li dijî mirovahiyê.

roj nîne ku rûmeta mirovahiyê neyê binpêkirin.

Di nava 5 salan de demografiya bajarê ku navenda Kurdan bû, şopa jinan a ji dîrokê ve lê hebû hat guhertin.

Li gel hovîtiya tê kirin jî, kurdên li nava bajêr bi israr xwestin li xaka xwe bimînin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî

Hezar jin hatin revandin û bêtirî 96 jin jî hatin kuştin.

Dewleta Tirk, wekî perçeyek ji plana guherandina nasnameya Efrînê, li ser şêniyên herêmê nasnameya tirkî sepand.

Zarokên Kurd û Ereb li ser bingeha Tirk-îslamê tên perwerdekirin.

Bi sedan jin di hundirê zindanên çeteyan de îşkenceyê dibînin û li derveyî zindanê jî destdirêjî li jinan tê kirin.

Gelek jin piştî ku ji girtîgehan derdikevin dawî li jiyana xwe tînin.

Hin jinên ducanî jî di hundirê zindanan de zarokên xwe tînin dinyayê bê alîkariya tenduristî.

Di herêmên dagirkirî de neçariya jiyanê ji bo jinan heye.

Li Serêkaniyê û Girê Spî 511 kes hatin girtin, ji wan:

68 jin û 42 zarok in.

Herî kêm 185 kes hatine windakirin.

56 sivîl hatine kuştin 4 jê jin in û 11 kes jî li qadê hatine kuştin.

Back to top button