Cejna vejînê “Newroz”

Hin berxwedêrên jin ên Kurd hene ku mohra li Newrozê dane û bûne sembol.
Rahşan Demîrel û Zekiye Alkan ji wan jinên leheng in.
Bi çalakiyên xwe yên di Newrozê de têgehên berxwedan, têkoşîn û azadiya jinê derxistin qonaxeke nû.

Destana bi pêşengiya Kawayê Hesinkar di roja me ya îro de zindî dibe.

Ew roja dawîanîna li Dehaq bû û roja despêka şikandina tirsê bû.

Ew roj roja nû bû.

Ew roj Newroz bû.

Newroz bû roja azadiyê, roja derketina ji tarîtiyê, roja wêrekî û şikandina desthilatê.

Newroz bû cejna azadiya tevahî gelan.

21’ê Adara 1982’yan “Kawayê Hemdem” Mazlûm Dogan, li Girtîgeha Amedê çirûska Kawayê Hesinkar dewr girt û bi agirê bedena xwe Newroz pîroz kir.

Zekiye Alkan meşeleya Mezlûm Dogan dewr girt

Piştî Mazlûm Dogan, Zekiye Alkanê meşaleya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan dewr girt:

Wê jî 21’ê Adara 1990’î li ser sûrên Amedê bi agirê bedena xwe Newroz pîroz kir.

Bi vê çalakiya xwe jina berxwedêr Newroz gihand qonaxeke din.

Êdî dema Kurdan digot Newroz, vîna jina Kurd a li ser sûrên Amedê dihat bîra her kesî.

Zekiye Alkanê bi çalakiya xwe têgehên berxwedan, têkoşîn û azadiya jinê derxistin qonaxeke nû.

Bi vê çirûskê peyam gihîşt jinên Kurd ên li her warî li ber xwe didin.

Rahşan Demîrel bi agirê bedena xwe newroz pîroz kir

Vê carê jî dora gerandina govenda azadiyê ya Nisêbînê bû.

Serkêşa govendê jî jina leheng Rahşan Demîrel bû.

Ew ji navçeya Mêrdînê Nisêbînê ye û bi malbata xwe re koçî Izmîrê dike.

Di 22’yê Adara 1992’yan de li Kadîfekaleyê Rahşan Demîrelê heman ala serhildanê bilindtir kir.

Bi vê gotinê berê xwe dide cihê çalakiyê, “Ez ê xwe li Kadîfekaleyê bikim Newroz. Pêwîst e ez bersivê bidim Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê”

Keça bajarê Newrozê ev peyam hiştibû, “Agirê Newrozê bi lastîkan nayê pêxistin, em ê bi giyanê xwe wî pîroz bikin. Xwedî li min derkevin.”

Vê carê navê pepûleya agirê Newrozê bû Rahşan, ‘Rahşan agir doz e.’

Ev jina bihêz dibe yek ji çirûskên agirê Newrozê ku tu carî venamire.

Rêber Abdullah Ocalan di beşeke nirxandinên têkildarî çalakiya Rahşan Demîrel de wiha dibêje:

“Şert û mercên xirab ên ku gelê me yê li wir dijiyan, dema nêrîna jiyana azad bi jiyana binketî re li hev ne dikir, bi berxwedan û balkêşiya Newrozê çalakiyeke wê ya wiha derdikeve holê.”

Wiha û bi vî rengî herdu jinên wêrek û bihêz Rahşan Demîrel û Zekiye Alkan dibin ji jinên ku bi berxwedana xwe bandorek mezin ava dikin.

Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan, Sema Yuce û şopdarên wan, her ku azadiya Kurdan ket metirsiyê agirê Newrozê gur bû.

Back to top button