Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rûken Jîrkî li ser wate û girîngiya Newrozê ji ANF’ê re wiha nivîsî:
Newroza Azadiyê di agirê xwe de veşartî ye. Em ê agirê newroza 2023’an bi dirûşma ‘Her der Newroz, her dem azadî’ pîroz bikin û hesab ji dijminê xwînxwar bi pirsin
Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rûken Jîrkî li ser wate û girîngiya Newrozê ji ANF’ê re nivîsî.
Rûken Jîrkî di serî de newroz li Rêber Apo, jinan, mexdûrên erdhejê û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got:
Çirûskek e ku bi Kawa destpê kir, bû sedema berxwedan û vejînê.
Jin û bihar, jinûve şînbûna jiyanê, pêşkêşkirina xaka bi bereket.
“Azadî ya nehêsan e”
Rûken anî ziman ku agir nîşaneya azadî û ronahiyê ye û ev tişt got:
Agir di nava Kurdan afirandina jiyaneke nû ye.
Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan bedena xwe kirin agir û Newroz pîroz kirin.
Di wê bedenê de dîrok, berxwedan, vejîn, hebûn veşartî ye.
Rêber Apo ji bo Ronahî û Bêrîvan got,”Eger azadî hêsan bûya, Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin”
Azadî ya nehêsan e. Bû sembola serhildan û berxwedanê ku ji îro re hate hiştin.
“Şewtandina jinan ji destmalan re nîşaneya azadiyê ye”
Rûken Jîrkî bal kişand li ser serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û wiha nivisand:
Gel hêrsa xwe ya bi salan di şexsê Jîna Emînî de belav kir.
Jinan di vê berxwedanê de li dijî rejîmê destmalên xwe avêtin nava agir û serî hildan.
Li wir jî şewitandina destmalan nîşaneya azadiyê ye.
“Jinan hebûna xwe bi Rêber Apo fêhm kirine”
Rûken da zanîn ku jinan û gelan hebûn, reng û nasnameya xwe bi rêber Apo fêhm kirin e û wiha got:
Şehîd Sema Yuce dema ku bedena xwe şewitand gotibû:
“Ez dixwazim di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bibim pirek”
Dema bedena xwe di agir de şewitand, hişmendiya jinbûyînê gihand Newrozê û nîşanî me da.
“Em ê bi agirê Newroza 2023’an dawî li dijmin bînin”
Rûken dawiya nivîsa xwe de ev tişt got:
Bihar wê bê, li dijî her Dehaq ên zalim wê her tim Kawa jî rabin.
Em jî weke gerîlayên Modernîteya Demokratîk di şerê hebûnê de em ê her tim agirê Newrozê dadin.
Em ê newroza 2023’an bi dirûşma ‘Her der Newroz, her dem azadî’ pîroz bikin û hesab ji dijminê xwînxwar bi pirsin.