TAJÊ encamnameya şêwra xwe eşkere kir

Encamnameya Şêwira Jinên Ereb û Êzîdî ku di 29’ê Çileyê de hatibû li darxistin, ji aliyê TAJÊ ve hate eşkere kirin. Di encamnameyê de hate diyar kirin ku hewldana xurtkirina xebata yekîtiya jinan dê li her derê were meşandin.

Bi armanca ku qirkirina li ser jinên Êzidî ya ku di fermana 74’an de pêk hatibû û naskirin rêxistinbûna jinên Êzidî, 29’ê Çile li navçeya Til Izêr a Şengalê bi pêşengiya TAJÊ şêwra jinên Êzidî û Ereb hat li darxistin.

Enamnameya Şêwira Jinên Êzidî û Ereb ku hatibû li daxistin eşkere bû.

Di encamnameyê de hate gotin: Piştî fermana 2014’an li Şengalê TAJÊ rêxistina xwe ava kiriye.

Ji bo ku ev qirkirina ku di fermanê de li ser jinan pêkhatî de li ser asta cîhanê weke Jenosayid bê nasîn TAJÊ di hemû aliyan de xebatê dide meşadin.

Her wiha ji bo ku ev qirkirin careke din dubare nebe, rêxistina jinên Êzidî hemû jinan digire nava xwe wan pewerde dikin û xebatên hevbeş dimeşînin

Di encamnameya Şêwira Jinên Êzidî û Ereb xebatên ku ji bo demê pêş de wê werin kurin ev in;

Bi pêşengiya jinên Êzidî û Ereb dê hemû jinên Iraqê û ji hemû pêkhateyan, ji bo xwe gihandina azadiya jinê û parastinê bi hev re têkoşînek bihêz bidin meşandin.

Komîteyek amadekar a ji jinên Êzidî û Ereb ji bo amadekarî û xebatên komcivîneke din a li Bexda bê li darxistin hat avakirin.

Ji bo êrîş û qirkirina li ser jinê diwam dike weke jenosayd were qebulkirin dê xebatek hevbeş were meşandin.

Hewldana xurtkirina xebata yekîtiya jinan dê li her derê were meşandin.

Ji bo rawestindina tundiya li ser jinê û hilweşandina zêhiniyeta mêr û dewletê têkoşînek hevbeş were meşandin.

Back to top button