Macron: Ger le pen bê hilbijartin wê sibe rojên zehmet pêşiya me bin

Welatiyên Fransî ji bo hilbijartina serokomarê xwe, wê sibe careke din biçin ser sindoqan.
Ji bo Maron û Le Pen îro kampanya propagandayê bidawî dibe.
Macron yê ku niha serokomarê Fransa ye got;
Di rewşek hilbijartina Le Pen de, wê siberojên zehmet li pêşiya mebin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, beriya tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê ya ku wê sibe were lidar xistin, cara dawî li Fîgeacê ya li başûrê welat mîtîngek li dar xist.

Emmanuel Macron bal kişand ku ger hevrika wî ya Seroka Partiya Yekitiya Neteweyî (RN) ya rastgira tund Marine Le Pen were hilbijartin wê siberojên dijwar derkevin holê.

Macron soza erkdarkirina wezîrekî jîngehparêz kir û got:

Ger em jîngehê têxin navenda siyasetê û bi serokwezîrekî ji jîngehê û bi wezîrekî ji plansaziya enerjiyê û axê berpirsiyar e re bibin yek em dikarin di vê şoreşa Kopernîk de bi ser bikevin.

Macron: Ji bo Ewropa yan li dijî Ewropa wê referandûmek çê bibe

Macron diyar kir ew bawer dike ku tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariya Fransayê wê bibe “referandûma ji bo Ewropayê yan jî li dijî Ewropayê”.

Tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê wê sibe di navbera Serokomarê niha Macron ku di nav 12 namzedan de ji sedî 27,6’ê dengan stendibû û namzeta serokomariyê Le Pen ku ji sedî 23,4 dengan stendibû, were kirin.

Li gorî anketan Macron wê bi sedî 55,5’ê dengan careke din bibe Serokomar.

Back to top button