Li Marê û Babê 10 polîstên taybet û çeteyekî dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE li bajarokên Marê û Babê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, li dagirkeran xistin.
Di çalakiyan de 10 polîsên taybet û çeteyekî dewleta Tirk hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê çalakiyê de daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:

“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser heremê bê navber didomîne. Di van êrişan de bi taybetî gelê me tê hedefgirtin.

Li hember van êrişan, hêzên me çalakiyên bi bandor yên bersivdayînê li dar xistin.

Roja 22ê Nîsanê, li bajarokê Marê ji aliyê hêzên me ve çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de seyareya zirxî ya cureya kirpi hat hedefgirtin.

Di encamê de 10 polîsên taybet (PÖH) hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. Her wiha seyareya zirxî hat rûxandin.

Heman rojê, li Babê jî çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek dewleta Tirk hat kuştin. Her wiha seyareyek hat rûxandin.”

https://youtu.be/N1zh1wUs0m8

Back to top button