Edaleta Belçîkayê biryar da ku ew ê herî kêm 10 zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê werbigrin.
Dadgeheke li Brukselê biryar da ku zarokên çeteyên DAÎŞ’ê yê li Kampa Holê divê di nava 6 hefteyan de bînin Belçîkayê.
Di biryarê de hate ragihandin ku herî kêm 10 zarokên ji 4 hevjînên çeteyên DAÎŞ’ê yên Belçîkayê wê werbigrin.
Dadgehê diyar kir ku eger di nava 6 hefteyan de ev yek pêk neyê divê dewlet ji bo her roja derbas bibe 5 hezar Euro tamînatê bide her zarokî.
Di biryareke cuda de ya Kanûna 2018’an hatibû standin de hatibû xwestin ku 6 zarokên du jinên çeteyên DAÎŞ’ê bînin Belçîkayê.
Lê belê hikumetê li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Îstînafê dabû û biryar pêk neanîbû.
Tê texmînkirin ku li kampên bakur û rojhilatê sûrî tevî zarok û dayîkên wan nêzî 50 heta 60 welatiyên Belçîkî hene.