Şêx û êlên eşîrên Reqa û Girê Spî: Em li pişta QSD’ê û projeya demokratîk in

Şêx û êlên eşîrên Reqa û Girê Spî bi daxuyaniyekê teqez kir ku ew li pişta şervanên xwe yên QSD’ê û projeya demokratîk in.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk şêx û êlên eşîrên bajarên Reqa û Girê Spî daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li qada Qada Elem ya bajarê Reqa hate xwedin.

Şêxan di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Erdogan bi derewan sûc û komkujiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, vedişêre.

Şêxan diyarkirin ku Tirkiye dixwaze projeya ku îradeya gelan temsîl dike, têk bibe.

Şêxên eşîran danxuyakirin ku gel bi hemû pêkhateyên xwe li pişt hêzên xwe QSD’ê ne.

Herî dawî bang li civaka navneteweyî hate kirin êrîşên dijminane yên dewleta tirk li ser herêmê bisekinînin.

Leave a Reply

Back to top button