Li Qamişlo 4 şehîdên hêzên Asayîşê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin

Îro 4 şehîdên hêzên Asayişê ku doh di bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûn hatin oxirkirin.
Bi hezaran Şêniyên bajarê Qamişlo bi girseyî ji bo oxirkirina cangorên xwe li goridtasna şehîd Delîl Saroxan kom bûm.
Xelkên herêma Cizîrê careke din, peyama dewamkirina şopandina xeta şehîda nûkirin.

Bi vî awayî xelkên herêma Cizîrê xwedî li cangoriyên xwe derketin.

Bi hezaran kes ji bo oxirkirin cenazeyên 4 endamên Asayîşê li goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn.

Endamên Asayîşê Şehîd Ebdulselam, Mihemed, Rebah û Şehîd Yamin duh, 2’ê Sibatê li Qamişlo di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Di mersaîmê de Berdevkê Hêzên Asayîşê Elî El Hesen da zanîn ku endamên wan yên ku hatin hedefkirin, cihê xwe di “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” a li kampa Holê de digiritin.

Ev yek jî, dide xuyakirin ku dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re hevkar e.

Elî El-Hesen tekez kir ku ewê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser piyan bin û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan, wesîqeyên şehadetê yên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan wan hat kirin.

Hol-Ji bo her 4 şehîdên Asayîşê toranek leşkerî hat lidarxistin

Li navçeya Holê jî, ji bo her çar şehîdan merasîmeke leşkerî hat li darxistin lidarxistin.

Li vir jî kesên axivîn tekez kirin ku ewê bi her awayî li hember dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin.

Back to top button