Şehîd Viyan Soran li Dêrik, Tirbespiyê û Til Temirê hate bibîranîn

Gerîlaya YJA-STAR’ê Viyan Soran di salvegera şehadeta xwe ya 18’mîn de tê bi bîranînin.
Çalakiyên bîranînê li Dêrik, Tirbespiyê û Til Temirê hatin lidarxistin.
Xelkên van bajaran, gotin: “Em ê xeta şehîd Viyan û tevhî şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin.”

Şehîd Viyan Soran Sibata 2006’an li hemberî Komploya Navnetewî agir berda bedena xwe.

Ji bo bîranîna Şehîd Viyan, îro jî çalakî li herêmê hatin lidarxistin.

Kongra Star a Dêrikê ji bo bîranîna Viyan merasîme lidar xist.

Di merasîmê de endama Kongra Star Binefş Ebdo behsa jina Têkoşer şehîd Viyan Soran kir û got:

“Heval Viyan jineke Kurd ji eşîreke mezin ên li Başûrê Kurdistanê ye.

Viyan li hemberî civaka feodal a ku jinan biçûk dixe serî hilda û di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, dest bi rêwîtiya azadiyê kir.

Şehîd Viyan Soran, bû meşeleyek ku welat ronî kir.”

‘Şehîd Viyan temsîla îradeya xurt û berxwedanê kir’

Li navçeya Tirbespiyê jî merasîma bîranînê hebû.

Endamên Kongra Star ên navçeyê bi daxuyaniyekê şehîd Viyan bibîr anîn.

Hat gotin, Şehîd Viyan temsîla zanebûn, îradeya xurt û berxwedanê kir.

Li dijî siyasetên çewisandin û asîmîlasyonê yên li dijî gelê Kurd bedena xwe kir xelekek ji agir.

Dawiyê soza şopandina xeta şehîd Viyan û tevahî şehîdên azadiyê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate dayîn.

‘Ji bo rêgirtina li hember dijmin divê asta berxwedanê bê mezinkirin’

Her wiha Kongra Star a Til Temirê jî civînek bi vê armancê lidar xist.

Di civînê de Gulbuhar Kobanê axivî û wiha got:

“Ji bo rê li ber dijmin bê girtin divê asta berxwedanê were mezinkirin.

Divê em kesayeta şehîd Viyan wekî mînak ji xwe re bigrin dest.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Viyan Soran hat pêşandan.

Li Mexmûrê Viyan Soran hat bibîranîn

Back to top button