Duran Kalkan: Armanca komploya 15’ê Sibatê astengkirina azadî û demokrasiyê bû

“Bi komployê xwestin rê li ber azadiya Kurdistan û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn bigirin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi vê pênaseyê bal kîşa li ser armanca komploya 15’ê Sibatê û pêngava navneteweyî ya ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin jî silav kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameyeke teybat a Televîzyon Medya Haberê de li ser komploya navneteweyî axivî.

Duran Kalkan 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd weke roja reş destnîşan kir û têkildarî komployê ev nirxandin kir:

Di rewşekî de ku Rêber Apo rêya çaresriyê ji bo pergala desthilatdar pêşniyar dikir, komplo pêk hat.

Ya rast ev êrîş li dijî çareseriyê bû. Hişmendiya ku vê komployê pêk anî nedixwest pirsgirêka Kurd çareser bibe.

Nedixwestin Kurd azad bibin, ne jî Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibin.”

Duran Kalkan bal kişand li ser hêzên ku di komployê de cih girtine û got:

“Dikarin lêkolîn bikin, di nava 22 salan de li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê kî dahatekî madî çi qas bi dest xistiye.

Çi peyman hatin çêkirin, çi qas çek hatin firotin?”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê da zanîn ku bi pêşengtiya Amerîkayê komplo çêbû û hêzên heremî, Kurdî yên weke PDK, YNK jî tê de cih girtin.

Kalkan dibêje:

“Piraniya dewletên Erebî di komployê de cih girtin. Rola herî mezin jî ya Sûriye û Misirê bû.

Di serî de, PDK û YNK em dikarin vê ji bo siyaseta Kurdî bibêjin ku rol lîstin û berpirsiyariya wan heye.”

Duran Kalkan bersiv da hêzên ku tevî tecrîdê jî dibêjin em demokrasiyê diparêzin û ev tişt anî ziman:

“Heta êşkence û pergala tecrîdê ya li Îmraliyê berdewam bike, ti kes nikare behsa azadî, demokrasî bike.”

Kalkan pêngava navnetewî ya ji bo azadiya Rêber APo silav kir û diyar kir ku hêzên kedkar, şoreşger, sendîkayên navneteweyî ji ber fikir û felsefeya Rêber Apo xwe deyndar dibînin û lê xwedî derdikevin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê dawî diyar kir ku faşîzma desthilatdariya Erdogan li ber hilweşînê ye û ew ê sala 23’emîn têxin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo û di vê mijarê de biryardariya wan teqez e.

Back to top button