Meşa mezin ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 3. de ye

Meşa ji bo azadiya Rêber Apo ya ku li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin di roja 3. de ye.
Baskê ‘Meşa Azadiyê ya Mezin” li Bazîdê bi coşek mezin hate pêşwazîkirin.
Parlamenterê DEM-Partî yê Bedlîsê Huseyîn Olan li wir axivî û got: “Em vê tecrîdê qebûl nakin û em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe.”
Baskê Meşa li Wanê jî gihişt navenda Colemêrgê.

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin, bi çoşeke mezin ev 3 roje dewam dike.

Baskê ‘Meşa Azadiyê ya Mezin” a Qersê ji Îdirê derbas bû û li Bazîdê bi coşek mezin hate pêşwazîkirin.

“Em tecrîdê qebûl nakin, divê pirskirêka Kurd çareser bibe”

Parlamenterê DEM-Partî yê Bedlîsê Huseyîn Olan got:

“Ev bajar bajarekî kevnar û berxwedêr e. Ehmedê Xanî gotibû ku pêwîst e em bibin yek. Îro bi mîlyonan Kurd bi hev re têdikoşin.

Em vê tecrîdê qebûl nakin û em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe.”

Piştî daxuyaniyê meşvan ber bi navçeya Giyadîna Agiriyê ve bi rê ketin.

Baskê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ piştî ku gihişte navçeya Giyadînê li wir jî meş bi coşeke mezin hate pêşwazî kirin.

Şêniyên wir meşavan silav kirin û piştgiriya xwe ya bi wan re ragihandin.

Baskê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ yê Wanê gihişt Colemêrgê

Baskê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ a Wanê jî gihişt navenda Colemêrgê.

Şandeya ku gelek hevserok, endamên partiyan û gelek nûnerên saziyên sivîl jî di navê de bûn li cade û kolanên bajêr gel silav kirin.

Çalakvan ji aliyên gel ve hatin pêşwazî kirin û gel elaqeyeke mezin nîşanî wan dan.

Meşa Azadiyê li Evryê ya Parîsê ye

Back to top button