“Armanc dûrxistina Rêber Apo ji gel e”

Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo malbatên şehîdan nerazîbûna xwe nîşan didin.
Malbatên şehîdan ên kantona Hesekê got: “Armanca dirêjkirina qedexeyê bêdengkirina qêrînên azadiyê ye.”

Hevjînê şehîd Muna Xilo, Ebdulqadir Dirbas got:

“Bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan me xwe di hemû qonaxên de parast.”

Dirbas biryara dirêjkirina qedexeyê ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk di fikrê Rêber Apo de metirsiyekê dibîne.”

Her wiha, xwişka herdu şehîdan Malik û Mahir Hewas, Necah Hewas jî got:

“Dewleta Tirk dixwaze Rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr bixe..”

Dayika şehîd Elî Kor Zelîxe Kor dibêje:

“Em tu carî vê biryara dirêjkirina qedexeyê qebûl nakin..

Çima hêzên navneteweyî li hember van kiryaran bêdeng mane?”

Zelîxe bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin..

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê Xelîl jî ev anî ziman:

“Em tu carî dev ji doz û projeya xwe ya demokratîk bernadin..”

“Divê em li dijî tecrîdê asta têkoşîna xwe bilintir bikin”

Back to top button