Faîk Yagizay: Tecrîd li dijî hiqûqê ye

Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay derbarê tecrîda li ser Rêber Apo axivî.
Faîk Yagizay ragihand ku di hevdîtinan de rayedarên CPT’yê ku rapora xwe ya der barê Îmraliyê de eşkere nake, gotin:
“Şert û mercên ku Ocalan tê de ye li dijî hiqûqa navneteweyî ne.”

Ji Rêber Abdullah Ocalan ku 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê de ye, 29 meh in tu xeber nayê girtin.

Her wiha serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî esas nayên girtin.

Di bin navê “cezayê dîsîplînê” de jî tên redkirin.

Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Konseya Ewropayê Faîk Yaxizay derbarê vê yekê nirxandin kir.

Faîk Yaxizay diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê bi girngirina tecrîdê ve qanûnên xwe binpê dike.

Faîk Yagizay: Hêzên Navnetewî tecrîd pesend kirine

Hêzên navneteweyî tecrîdê pesend kirine û ji bo helwesta CPT’yê jî ev tişt got:

“CPT, rapora xwe ya der barê welatê têkildar de, tenê dikare bi pesendkirina wî welatî re eşkere bike.

Em li Ewropayê 2-4 mehan carekê miheqeq hevdîtinê bi rayedarên CPT’yê re dikin.

Me ev helwest ragihand wan, lê belê divê CPT rîska ku têkiliyên xwe û wî welatî xira bike wergire.

Mesela herî dawî ji me re gotin, ‘Em nikarin wê rîska ku em pêwendiya xwe ji Tirkiyeyê qut bikin bigirin.

Lewma heya ew nebêjin em nikarin raporê eşkere bikin.”

Lê ger Tirkiye kar û barên CPT’yê pûç bike, CPT dikare raporê eşkere bike. Ji lew re rapor li cem wan e.”

Yagizay: Ger tecrîd bi dawî bibe dê demokarasî were Tirkiyê

Yagizay anî ziman ku ger tecrîd bê rakirin dê Tirkiye bibe welatekî demokratîk û got:

“Ji bo vê jî divê di serî de gelê kurd û dostên wan zorê bidin YE û hemû saziyên wê.

Buroya Hiqûqê li dijî vê tecrîdê gelek caran serî li CPT daye.

Parêzerên Abdullah Ocalan di 12 salên dawî de herî kêm 49 caran serî li CPT’yê dane.

Di hemû serlêdanan de jî xwestine ku CPT berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Lê ev yek pêk nehat.”

Simon Dubbins: Divê rayedarên Tirk li rêya diyalogê vegerin

Back to top button