Gelek avahî li Sûrî wêranbûne, alîkarî tune ye!

Erdheja ku berbanga 6 mehê rû da gelek zirar li bajarên Sûriyê kir.
Yek ji deverên ku zirar dîtiye navçeya Cindirêsa Efrîna dagirkirî ye.
Gelek alîkarên mirovî û tîmên rizgarkirinê bo Cindirêsê hatin şandin, lê dewleta Tirk û çeteyên wê rê li ber girt.
Di vê derbarê de 50 rêxistinên mirovî yên Sûrî bang li rêxistinên mafên mirovan, tendurstî û yên mirovî kir ku alîkariya gelê Sûriyê bike.

Erdhejê gelek ziyan gihande bajarên Sûriyê.

Weke tê dîtin bi dehan avahiyên pirqatî bi temamî hatine hilweşandin.

Bi sedan kes heta niha di bin van kavilan de mane, ew jî li hêviya rizgarkirinê ne.

Heta niha li navçeya Cindirsê tenê, bisedan kesî jiyana xwe ji dest dane.

Her kes bi dilekî şewat nêzî vê bobelata erdhejê dibe.

Lê helwesta dewleta Tirk cûdaye.

50 rêxstinên mirovî banga alîkariyê bo gelê Sûriyê kirin

Halê hazir malwêraniyeke mezin li wê navçeyê rû dide û bê alîkarî û piştgirî maye..

Duh Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku alîkariyên mirovî û tîmên rizgarkirinê yên wê di deriyê sînorî yê Hemam û Bab El-hewa re derbasî navçeya Cindirêsê biba, lê dagirkeriya Tirk rê li ber girt.

Dewleta Tirk gotina rê ji ber erdhejê wêran in da ber ruyê xwe.

Bi fermana dewleta Tirk komên çete alîkariya ku derbasî herêmê hatiye kirin jî desteser dikin.

Niha jî xelkê sûriyê naçaran ku ew bi xwe kesên di bin avahiyên hilweşiyayî de ne bi derfetên xwe yên kêm derxin.

Girêdayî vê mijarê 50 rêxistinên mirovî yên Sûrî bang li rêxistinên mafên mirovan, tendurstî û yên mirovî kir ku alîkariya gelê Sûriyê bike.

Rêxistinan di daxuyaniya xwe de bi bîrxistin ku ji ber erdhejê 2 hezar kes birîndar bûne û pêwîstiya wan bi alîkariyê hene.

Rêxistinan diyar kirin ku heta niha gelek kes di bin avahiyan de mane lewma pêwistî bi alîkariyek lezgîn heye.

Di dawiyê de rêxistinan sersaxî ji malbatên qurbaniyan xwest û heviya şîfaya lezgîn ji birîndaran xwest.

Back to top button