“Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin”

Şewata li Çiyayê Cûdî ku ev 5 roj in didome ji aliyê leşkerên Tirk a dagirker ve hatine şewitandin
Têkildarî vê yekê Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş di civîna çapemeniyê yê li Meclîsê de got: Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin.

Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de bal kişand ser ve yekê.
Meral Daniş Beştaş şewata li çiyayê Cûdî bi bîr xist û wiha got: “Çend roj in li Cûdiyê daristan dişewitin, lê şewatên daristanên li Cûdî ne tenê bi krîza avhewayê ve girêdayî ne.

Pirsgirêka Kurd encama polîtîkayên e. ”

Meral Daniş diyar kir li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin û got: Em ê her xwedî li daristanên Cûdî û daristanên Akbelenê derkevin û biparêzin.”

Back to top button