Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku dagirkeriya Tirk li Efrînê dîwarekî bi dirêjahiya 5km û bilindbûna 3m ava dike.
Dermanfiroşek û welatiyek hatin revandin û 2 welatî cezayê girtîgehê li wan hate birîn.
Efrîn warê zeytûnê ji sala 2018’an ve rastî her cure binpêkirin û kiryarên dijmirovî û der-exlaqî tê.
Komên çete yên li wir rojane sûcên hovane pêk tînin, lê tu aliyek jî deng ji xwe nayne.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî li ser malepera xwe parve kir ku artêşa Tirk ji gundê Kîmarê yê başûrê Efrînê ve heta bi gundê Beradê dîwar ava dike.
Rêxistinê diyar kir ku dîwar bi dirêjahiya 5 KM û bi bilindbûna 3 metreyan e.
Li gorî Rêxistinê heya niha dagirkeran 2 KM dîwar lê kiriye û hê jî dewam dike.
Rêxistinê destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser dîwaran têl, bircên bi kamerayên dîmenên termal, cîhazên dîtina şevê, radar û gelek alavên din bicihkirine.
Armanca dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê guhertina erdnîgariya herêmê û tevlîkirina parçeyên herêmê ji xaka xwe ye.
Çeteyan dermanfiroşek li Efrînê revandin
Li aliyekî din jî revandina welatiyan dewam dike.
Çeteyên ku navê Polîsên Sivîl li xwe dikin, dermanfiroş Mihemed Fatê yê 45 salî ji xelkê Racoyê revandin.
Hat diayrkirin ku çeteyan Fatê, ber bi cihekî ne diyar ve birin û heya vê kêliyê aqûbeta wî nayê zanîn.
Efrîn-Faiq Reşo ji aliyê çeteyên El Nuxeba ve hate revandin
Car din li Efrînê Çeteyên El-Nuxba welatiyê bi navê Faiq Reşo ji xelkê Şêxotka revandin.
Çeteyan bi behaneya ku Reşo bi Rêveberiya Xweser re kar dikir ew revandin.
Efrîn-6 meh cezayê girtîgehê li du welatiyan hat birîn
Her wiha dadgeha dagirkeriyê ya li Efrîn 6 meh cezayê girtîgehê li Ehmed Elî û Mihemed Hemdî bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin birî.
Li gor agahiyan her du welatî ji xelkê Badîna ne û nihe li girtîgeha Marata tên girtin.


