Cenazeyê jineke ciwan ku bi xwe ji gundewarên Helebê ye û li Efrîn hatiye bicihkirin, hate dîtin.
Çeteyan 3 welatiyên din revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî 3 welatî ji gundê Badîna revandin.
Navên kesên hatine revandin jî wiha ne:
Îsmaîl Elo, Hebeş Elo, Ebdo Sîdo
Çeteyan her sê welatî ber bi cihekî ne diyar ve birine û ji bo berdana wan ji her yekî 200 dolar fidye ji malbatên wan xwestine.