Mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê: Divê alîkariya Êzîdiyan were kirin

Mala Êzidiyan ya herêma Cizîr û ye Helebê têkildarî şewata li Kampa Şeriya ya Duhokê ku Êzidî lê dimînin daxuyanî da û bang li rêxistinên mirovî kir ku destekê bibin êzidiyên li kampan.

Daxuyaniya mala Êzîdiyan ya herêma Cizîrê bi beşdarbûna bi dehan Êzidî û enadmên Mala Êzidiyan hate dayîn û wiha hate gotin:

Yek ji kampên êzîdiyan yên li Başûrê Kurdistanê kampa Şeriyê ya li Duhokê ye.

Ji ber ku alavên parastinê li Kampê tune ne, agir bi 400 çadiran ket.

Ev yek didin nîşandan ku aliyên berpirsyar parastina sivîlan nake.

Mala Êzîdiyan a Helebê bang li rêxistinên mirovî kir ku destekê bidin Êzîdiyên li kampan

Mala êzîdiyan ya Helebê jî bi heman armancê daxuyaniiyek da.

Endama Mala Êzidiyan Cîlan Misto bang li tevahiya rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku rewşa êzidiyên li kampan di ber çavan re derbas bikin û desteka wan bikin.

Back to top button