Saziyên Civaka Sivil li Helebê bi daxuyaniyekê tecrîd şermezar kirin

Saziyên Civaka sivîl ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku pergala modernîteya kapîtalîst bûyesedema kûrkirina qeyranê di navbera gelan de.

Rêber Abdullah Ocalan, felsefeya modernîteya demokratîk weke alternatîfa pergala kaos û bêedaletiyê ya ji aliyê desthilatdarî û dîktatoriyên ku modernîteya kapîtalîst destek dike, derxist pêş.

Aliyên modernîteya kapîtalîs ji ber vê li dijî rêber Apo tecrîdê giran dikin û nahêlin parêzer û malbata wî biçin îmraliyê.

Saziyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de daxuyakirin ku hedefgirtina Rêber Apo, tecrîdkirina wî,di warê siyasî û hiqûqî de hemû pîvanên mirovahiyê binpê dike.

Di dawiya daxuyaniyê de Saziyê bang li rêxistinên mafên mirovan ên herêmî navneteweyî û CPT kir ku erk û berpirsyariyên xwe derbarê tecrîdê de bi cih bînin.

Kombûna Jinan a Zenûbya banga rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo kirin

Back to top button