Li Başûrê Kurdistanê jin çalakiyên cûr be cûr pêk anîn

Li Başûrê Kurdistanê bi munasebeta 25’ê Mijdarê jin li Silêmanî, Kerkûk, Helepçe û Kelarê çalakî lidarxistin.
Di çalakiyan de destnîşan kirin ku şîdeta li ser jinê her ku diçe zêde dibe û xwestin di destûra bingehîn de mafê jinê were parastin.

Li bajarê Silêmaniyê nûnerên rêxistinên jinan û xwendekar bi mûnasebeta 25’ê Mijdarê li parka Hewarî bi slogana “Ji şîdeta li ser jinê re na” çalakiyek lidarxistin.

Endama Koma Jinan Ala Kemal di çalakiyê de axivî û xwest di qanûnan de mafê jinê werin parastin.

Muqedem Ruxoş jî diyar kir ku şervanên YPJ ku li dijî dagirkerî şer kirine ji bo hemû jinan bûne sembola azadiyê.

Jin piştî axaftinan xwendekaran derbarê şîdeta li ser jinê de skêcek nîşandan

Navenda Yeksaniya Zayendî jî li Zanîngeha Silêmanî ji bo 25ê Mijdarê 30 şitlên daran çand.

Navendê wê heta 10’ê Kanûnê wê derbarê rojê de çalakiyên cur be cûr lidarbixe.

Li bajarê Kerkûkê jî bi mûnasebeta 25’ê Mijdarê Komeleya Hîwa ya Iraqê li kolana Qudis bi dirûşemeya ‘Keçên hêvî’ maratoneke bezê ya keçan lidarxist.

250 xwendekarên keç beziyan û piştî bezê li xwendekarên ku bi ser ketine xelat hate belavkirin.

Ji aliyê din ve li navçeya Kelarê jî bi munasebeta 25’ê Mijdarê belavok hatin belavkirin.

Belavok li ser navê Hemû Rêxistinên Jinan ên Germiyanê hate belavkirin û jin di belavokê de şîdeta li dijî jinê û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakûr û Rojhitê Sûriyê şermezar kirin.

Li bajarê Helebce jî jin bi daxuyaniyekê bal kişandin ser şîdeta li ser jinê.

Jinan destnîşan kirin ku her ku diçe şîdeta li ser jinê zêde dibe û xwestin daxwazên jinan werin bi cîh anîn, malên parastina jinan werin vekirin, ji bo maf û xizmetên jinan proje werin pêşxistin û derbarê şîdeta li ser jinan de bûroyek were vekirin.

Leave a Reply

Back to top button