Rojnamevanan li Qamişlo, şehîd Seyît Evren bi bîr anîn

Bi dehan rojnamevan û nûçegihan, şehîd Seyît Evren li Qamişloyê bi bîr anî û soz dan ku rêya wî dewam bikin

Merasîma bîranînê li taxa Xerbî ya Qamişloyê li dar ket.

Di merasîmê de, berdevka Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) rojnamevan Arîn Siwêd axivî.

Arîn Siwêd got:

Em soz didin şehîd Seyît ku rêya wî di ragihandina rastiyê û pêşxistina civakê de dewam bikin.

Dûre sînefizyonek têkildarî jiyana Ş. Seyît Evren û nameya wî ya dawîn, axaftina hevrêyê wî a li ser têkoşîna wî hate pêşandan.

Rojnamevan û nivîskar Seyît Evren yek ji stûnên ragihandina azad li Kurdistanê bû.

22`yê Îlonê ji ber qeyrana dil şehîd bûbû.

Back to top button