
Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê ji bo pêşxistina behreyan û piştigiriya ciwanan turnûvaya kişkê li herêma Seba Kîlo li dar xist.
Di turnûvayê ye de 40 lîstikvan ji rojavayê Dêrazorê beşdar bûn.
Ev lîstik bi taybetî di nav beşên ciwan û mêran de lîstika herî berbelav e.
Turnûva li gor sîstema Swîsrî li dar ket, ku ji 7 geran pêk tê û her gerek 25 deqeyan didome
Û di encama her gerekê de lîstikvanek qezenc dike.
Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistin û çalakkirina mîna van listikan, turnûvayan li dar dixe.