Peyama dawî ya seyîd evran: ez heta nefesa xwe a dawî têkoşiyam

Hevalê Seyîd Evran beriya şehîd bibe bi sernavê “Ber bi rêwîtiya dawî ve” peyamek dabû.
Di peyama xwe de dibêje, “Ji bo jiyaneke watedar bê ava kirin pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye.
Heta nefesa xwe ya dawî min bi pênûs û kameraya xwe têkoşîn meşand. Bi milyonan mirov li pey min hene û wê vê kevneşopiyê dewam bikin.”

Hevalê Seyîd Evran beriya şehîd bibe peyamekê diweşîne. Di peyama ku bi ser navê “Ber bi rêwîtiya dawî ve” dinivîsîne de wiha dibêje,

“Ji bo wate li her kêliya jiyanê bê kirin pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Min jî ji bo vê wateyê têkoşîneke mezin meşand.

Ez Kurd bûm û diviya bû gelê min azad bibuya. Ji bo vê jî heta nefesa xwe ya dawî min pênûs û kameraya xwe bi kar anî û gotina xwe got.

Niha bala xwe didimê, çend nifş guherîn? Ya ku pê zanim ew e ku em her roj zêde bûn…

Em ji kevneşopiya wan tên ku felsefeya ‘Em di gorê de jî de bin em ê ji bo azadiya vî gelî wezîfeya xwe bi cih bînin’ ji xwe re kirine pîvan.

Lewma em hebûn û jiyan.

Kalkê min dema ku bi Şêx Seîd re meşiya ev têkoşîn da destpêkirin. Ez neviyê kalkê xwe me, ala ku min wergirtiye bi Rêber Apo û PKK’ê min dewam kir.

Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyê, ji Ûrmiyê heta Mahabadê ez li her derê bûm.

Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan.

Êdî bi milyonan mirov li pey min hene û wê vê kevneşopiyê dewam bikin…

Gelek tişt hebûn ku diviyabû bihatina kirin, lê dem ewqas bû.

Di nava xêr û xweşiyê de bimînin!”

Hevalê Seyîd Evran beriya şehadeta xwe bi çend rojan van çend hevokan jî nivîsandibû.

“Ez di vê mehê de herdem xemgînim û bi hêrs im.
Lewre ev meha kovan û xemgîniyê ye.
Meha ewil ya demsala payîzê ye. Payîz jî demsala xemgîniyê ye.
Bi vê mehê re demsala xemgîniyê dest pê dike.”

Back to top button