YRA: Em ê li ser xeta Seyîdan têkoşîna heqîqetê hîn mezin bikin

Yekîtiya Ragihandina Azad ragihand ku şoreşger, rojnamevanên mezin û evîndarê gerîlayên azadiyê Seyîd Evran şehîd bû.

YRA’yê di serî de ji malbata şoreşger û rojnamevanên mezin Seyîd Evren re sersaxî xwest û got:

“Nivîskar û şoreşger Seyîd Evran 22’yê Îlona 2023’yan de ji ber nexweşiya kriîza dil şehîd ket.

Em destpê ji malbata wî û hemû kedkarên ragihandina azad re sersaxî dixwazin.

Ew yek ji stûnekek ragihyandina azad bû.

Çarbeşên kurdistanê bê westan bû dengê heqîqetê,

Destpêkirina şoreşa Rojava li Dêrik heta Efrînê bû dengê şoreşê

Ew bû bîr û hafizeya Çapemeniya Azad a 30 salên dawî.”

YRA’yê di dawî daxuyaniya xwe de soza sopandina rêya şehîdên azadiyê dan û got:

“Em weke Yekîtiya Ragihandina Azad-YRA şopdarên şervanên pênûsa azad soza mezinkirin û berfirehkirina vê têkoşînê û heqîqetê didin. Rêya wan wê her tim me ronî û zana bike.”

Back to top button