Çavdêrên siyasî yên Hewlêrê diyar kirin ku zerara referandûmê ji qezenca wê zêdetir bû , heya niha jî bandora wê ya xirab li ser Başûrê Kurdistanê maye.
Çavdêrê siyasî yê binavê Sertîb Cewher da zanîn ku referandûm di demek ne guncaw de pêkhat û got :
”Referandûm bi awayek yasayî û rêya parlamentoyê nehate kirin .
Ji bo vê bû sedema metirsiya hilweşandina statûya herêmê.
Referandûm jî niha sedema vê rewşa xirab ya bi ser Başûrê Kurdistanê ye .
Bû sedema xirabiya rewşa aborî, jiyana xelkê û nebûna yekîtiya Kurdan a li Bexdayê.”
Derbarê heman mijarê de çavdêrê siyasî Aram Abdullah jî axivî û destnîşankir ku Referandûm bû sedema ji destdana sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê .
Her wiha diyar kir ku nakokiya navxweyî ya aliyên siyasî, nebûna peyamek siyasî ya li Bexdayê, bû sedem ku Bexda desthilata herêmê kêm bike.



