Endamên YNK’ê: Divê Kurd yekrêzî û yekbendiya xwe ava bikin

Endamên YNK’ê bang li gelê kurd kirin ku li dijî êrîşên dewleta tirk yekîtiya xwe xurt bikin.

Berpirsê Beşa Ragihandinê yê Malbenda Şeş a YNK’ê Arif Mawîlî diyar kir ku niha ji her demê zêdetir pêwîstiya Kurdan bi yekitî û yekgirtinê heye.

Arif got:

“Ji bo Kurd vê rewşa aloz û zehmet derbas bikin, tenê rêyek heye.

Ew jî yekrêzî û yekdengiyek nîştimaniye.”

Li ser heman mijarê Rêvebera Malbenda Şeş a YNK’ê ya Soran Edîbe Balîsanî jî da zanîn ku partiyên Kurdan sedema sereke ya vê malwêranî, parçebûn, xiyanet û dijminkariyê ye ku ji aliyê welatên dagirker ve li beramberî gelê Kurd tê kirin.

Di dewamê de Edîbe destnîşan kir ku dewleta Tirk ferqa ti Kurdan nake, ya giring ji bo wî ewe ku Kurdan tine bike û wiha dewam kir :

” Tenê behaneyek ya van êrişan heye, ew jî tinekirina Kurdan û parçebûna nava Kurda ye.”

Di dawiyê de Edîbe Balîsanî îşaret bi xiyaneta PDK’ê kir û anî ziman ku her tim xiyaneta navxwe bûye sedem şoreş û destkeftiyên Kurdan tine bibin.

Back to top button