Penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Hewlêrê Li ber derê Nûnertiya Netewên Yekbûyî li dijî bêmafî û zordariyê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê ku ev demek dirêj e koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, daxwazên wan ê penaberiyê pêk nayên.
Li dijî vê, komek penaberên Rojhilatê Kurdistanê duh li ber avahiya NY dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, tê de 5 kes ji çalakgeran dest bi greva birçîbûnê kir û devê xwe dirûtin.
Penaberên Rojhilatî ji Netewên Yekbûyî daxwaz kirin ku mafên wan werin dayîn û bang li gelên kurd, çalakvan û aliyên siyasî kirin bi wan re alîkar bin û dengê wan bigihînin cihên peywendîdar.