Jinên Kurd li Êrîvanê paytexta Ermenistanê bi daxuyaniyeke çapemenî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir.
Jinan li pêş mala gel kom bûn û daxwiyaniyek derbarê azadiya Rêber APO û berxwedana gerîla de dan.
Di daxuyaniyê de jinan ev got:
” Me bi saya Rêber APO xwe nas kir, ji ber wê jiyaneke bê Rêbertî em ê nepejirînin.
Bi felsefeya Rêbertî berxwedana jinê li cîhanê deng veda, wê demê Rêbertî ji bo me xeta sor e.
Jinan dawiyê tekez kir Ew ê li hember faşîzma dewleta Tirk berxwedana xwe xurtir bikin û têkoşîna xwe bi Bazên Zegrosan û berxwedana zindanan re bikin yek ta ku Rêberê xwe azad bikin.”